Ji ber PKKê ziyaneke mezin gihîştiye navçeyên geştiyarî

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, ji ber hebûna PKK û topbaran û bombebaranan, ziyaneke mezin gihîştiye cih û navçeyên geştiyarî yên ser sînor, ku veberhêner jî ji ber ku metirsî li ser wan navçeyan heye, nikarin li wir ti projeyekê bicîh bînin.

Nadir Rostî ji midyayan  re ragihand: “Komek cihên geştiyarî li ser sînor ji ber nebûna aramiyê û ji ber hebûna PKK û topbaran û bombebarana Tirkiye û Îranê, gelek ziyan gihîştiye wan, ku her duhî li Batîfa 2 geştiyar hatin kuştin, ku vê yekê metirsî li ser geştiyaran û cihê geştiyarî çêkirine, loma geştiyar nikarin biçin wan cihên geştiyarî.”

Rostî wiha got: “Li Zaxo û Amêdiyê, li Mêrgesor û Çoman, li Raniye û Qeladizê cihên geştiyarî hene, ku xwezaya wan pir xweş in, lê ji ber hebûna PKK û bordûmana Tirkiyê û nebûna aramiyê geştiyar nikarin biçin wan navçeyan û ev navçe bûne navçeyên qedexekirî. Herwiha veberhêner jî nikarin kar li wan navçeyan bikin û projeyan cîbicî bikin, loma ev hemû ziyan in û dighên sektora geştiyariyê.”

Nadir Rostî wiha domand: “Ji Zaxo heya bi Çoman û hemû navçeyên ser sînor, ziyan gihîştiye wan û geştiyar nikarin biçin wir.”

بابەتێت پەیوەندیدار

Back to top button