Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind ji CHPê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Salici kir.

Di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin guftûgokirin.

Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî Oguz Salici, silavên Serokê partiya Kemal Kilîçdaroglu gihandin û xweşhaliya xwe nîşan da ku yekem car e şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî serdana Herêma Kurdistanê dike.

بابەتێت پەیوەندیدار

Back to top button