Fazil Mîranî: Heta pirsgirêka kurd çareser nabe Rojhilata Navîn asûde nabe
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Rojhilata Navîn asûde nabe.
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro di mîtîngeha partiya xwe de axivî û got, li Iraqê gelek pirsgirêkên mîna pirsgirêka kurd, ya pêkhateyan, pirsgirêka dahat û mafên mirov û azadî û dadperweriyê hene.
Fazil Mîranî her wiha got, eger berpirsên Iraqî bi rastî di xema welatê xwe dibin divê zihniyeta xwe li hember kurdan biguherînin ji ber ku pirsgirêka kurd ji ber zihniyeta dije kurd ya desthilatdarên Bexdayê derketiye.
Sekreterê polîtburoya PDKê da xuyakirin jî, çi berpirsên Iraqî çi jî civaka navdewletî, divê bizanin hetanî pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Rojhilata Navîn asûde nabe.
Fazil Mîranî behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, PDKê referandoma serxwebûna Kurdistanê kir û ew referandom jî bûye belgeyeka heta hetayî ya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê. Divê zemîn bo serxwebûnê bê amadekirin ji ber ku gelê Kurdistanê dê her rojekê serxwebûna xwe bi dest bîne.