Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Swêdê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 21ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê nû yê Swêdê yê li Iraqê kir.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Swêdê kir, hêvî xwest ku di erkên xwe de serkeftî bibe ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Swêdê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Balyozê Swêdê yê li Iraqê spasiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Swêdê kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

بابەتێت پەیوەندیدار

Back to top button