Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê bihêzkirina tevgera bazirganî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Qeterê Mihemed Bin Hemed Qasim Al Sanî, li Dohayê civiya.

Îro Çarşembê 16ê Sibata 2022, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Doha ya paytexta Qeterê li gel Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê wî welatî Mihemed Bin Hemed Al Sanî civiya.

Di civînê de bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê, bi taybet di warê bazirganî û pîşesaziyê de hatin gotûbêjkirin.

Derbarê derfetên bihêzkirina tevgera bazirganî di navbera herdu aliyan de jî gotûbêj hatin kirin.

Mesrûr Barzanî duh Sêşema 15ê Sibata 2022yan bi serdaneke fermî li ser vexwendina Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşte Qeterê û li Balafirgeha Dohayê ji aliyê Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve yê Qeterê Sultan Bin Se’d û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

بابەتێت پەیوەندیدار

Back to top button