Mesrûr Barzanî pêşwazî li malbata Şehîd Îbrahîm Xidir Hêroyî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşema 28ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li malbata Şehîd Îbrahîm Xidir Hêroyî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê qurbanîdan û fedakarî û niştimanperweriya malbata Şehîd Îbrahîm Hêroyî da û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe di kar û hewldanên xwe de ji bo xizmetkirina zêdetir a malbatên şehîdan.
Malbata Şehîd Îbrahîm Hêroyî spasî û pêzanînên xwe ji bo xemxurî û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo kesûkarên şehîdan nîşan da.